Ji Hewşa Bêriyan nameyên dîl girtî difûrin, hesret dixwaze qefesa xwe bişkîne û li vê hewşê jinek bi hevokan re reqsê dike. Hewşa Li Bêriyan dibêje:
wa li hewşa me nêrgizek
kulîlk vekiriye û
bêhna wê jî tevlî ya tayê
rihanê dibe...
her sibeh li ber wan û bêhna
wan qehweyek bi
hesretan vedixwim û bi
du fîncanên ji nexşa pela
zeytûnan...