Em kurd û pêşiyên me di dîrokê de her xwedî gotinên ji aliyê rastiyê ve hêja ne, bûn. Lê mixabin piştî van çend sedsalên dawîn dengê me dernediket, fetisî bû.
Îcar piştî vê sedsal, nexasim pêncî salên dawîn em jî xwedî deng, hez, hêz û gotinê ne; ligel bedelên giran!
Dengê me li ser inyata balafirên şer, bêedaletî, esargeha jiyanê û newekheviya têkoşînê dê zêde derê û ber li cihoka aştiyê veke. Hêvî û evîn ev e!
Min xwest dengê min û yên ku em hiş, hest û hestiyê hev in jî derkeve.
Ma jiyan ne ya her kesî ye? Gotin ji maf e; nexasim mafê bindestan û rêwiyên azadiyê ye...