Helbestên Rê Dûr
Helbestên Rê Dûr
  • 3 İŞ GÜNÜ
    İÇİNDE KARGODA
  • Basım Yılı
  • Sayfa Sayısı
    172
  • Kağıt Türü
    Kitap Kağıdı
  • Ebat
    13,5 x 19,5
  • Dil
    Kürtçe
  • Cilt Durumu
    Karton Kapak
  • ISBN-13
    9786256678668
Şevger Çolo, ne tenê rêwiyê rêyên dûr e; ew dildarekî çandê ye ku li hemberî her cure nijadperestiyê, rûmeta cil û berg û zimanê xwe her tim bilind girtiye. Helbestên wî mîna dîwanên berê bi kîtekît û qafiyeyan hatine hûnandin, lê bi ruhê îro û bi zimanê gelêrî yê resen daxivin
Ew ne tenê helbestan dinivîsîne; ew xeyal, tinaz (mîzah), êş û berxwedana çandî ya li ser rêyan di hûnandina klasîk de dicivîne.

ÇÊKIROK

Afirandin karê te ye
Çi daxwaza te ji me ye?
Ma tu ewqas ber minet î?
Her çavê te li ser me ye

Barê te li pişta me ye
Hebûna te tirsa me ye
Her wext ji me re ilet î
Ev çi gêr û teşqele ye?

Rehdirêj wekîlê te ne
Yê bi şaşik melê te ne
Çima ewqas bê xîret î?
Sondê wa bi navê te ne

Li hiçrika navê te ye
Sîxek dirêj minare ye
Çima ji mer bi xefletî ?
Ewqa tirsa te ser me ye

Wekî evqas tu mezin î?
Çima bela serê min î?
Wekî bêmal û kuflet î
Lê li benda karê min î
Ürün Kategorileri
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
 
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
FIRSATLAR
© 2026 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır