Serdema Qazîmazî
Serdema Qazîmazî
  • 3 İŞ GÜNÜ
    İÇİNDE KARGODA
  • Basım Yılı
  • Sayfa Sayısı
    120
  • Kağıt Türü
    Kitap Kağıdı
  • Ebat
    13,5 x 21
  • Dil
    Kürtçe
  • Cilt Durumu
    Karton Kapak
  • ISBN-13
    9786256271777
Serdema Qazîmazî Mêrê ku li teriya xwe digere Di çîroka "Trênek û sê welat" de serkirdeyê çîrokê li Surîyeyê li benda trêna Azadiyê ye lê belê li gor gotina Kalo ji bo hatina wê tirênê hîn gelek zû ye, dibe ku bi salan jî neyê. Lê belê serkirdeyê çîrokê her li dû wê azadiyê ye, ber bi welatên şarezatir ve diçe ku xwe bigihine trênê. Vê carê li Tirkiyeyê ye. Bi teşqele ji sînor derbas dibe diçe rawestgeha trênê. Kalo dîsa li wê derê ye. Li ser pirsa wî Kalo jê re zelal dike: "Ew trên li vî welatî kar nake, xerab bûye. Hin dixwazin çêkin û hin ji naxwazin. Her du ali li ber hev didin." Bi rastî jî çîroka rojavayîbûna Tirkiyeyê eyn wiha xerabûyî ye, di navbera kemalîst û îslamîstan de her diçe û tê. Derba sisêyan li Almanyayê diceribîne. Lê Kalo vê carê jî jê re eşkere dike ku ew dereng maye û trên ji zû de derbas bûye. Em têgihijin ku di vir alegorîyeke politik heye ku ew rawestgeh eyn wek odeya bendamenê ya Dîrokê ye: dema mirov li welatê xwe li bendê be ji hatina wê re gelek dem divên, lê mirov here welatên Rojava jî trên ji zûde ye çûye. Ji bo redkirin, hilweşandin û reva ji wê odeyê alavên ciwankarî yên hunerê jî gelek in. Di repertuwara van çîrokên li ber dest de car bi car xwerû politik bibe jî jê zêdetir mîzah, îronî, hêma û pişkên realizma efsunî ew alav in. Lê nivîskar van alavan ne ji bo kolandina tûneleke revê ji hepsa bendemanê, lê belê mîna wan peykerên ku xwe ji zinarên xwe teraş bike, ew jî bi hilweşandina dîwarên wê odeyê re figūra vegotina xwe derdixe holê. Ferzan Şêr
Ürün Kategorileri
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
 
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
FIRSATLAR
© 2026 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır