"Hestekî pir xirab e ku nikaribî ne xwe rakî ne jî birayê xwe. Seqetî bi xwe mirinî ye lê bi awayekî derûnî ye. Lê ji bo Dijwêr ev tişt ne astengî bû, jiyana xwe dijî wek ku dixwaze. Erê topê hez dike. Carinan diçe lîzgehê lê pir caran wî dikin ber şebekê ji bo zêde nelive, ne jî bimeşe...
Astengî dibe ku bikaribe hêza mirov jê bistîne, wî aciz û asteng bike lê tu carî nikare vîna wî bişkîne."