Ev çarînên ku niha bi navê Çarîn, Ji Çe Bi Derya wek kitêb hatine weşandin, cara ewil ji Gulana 1993yan, heta Îlona 1996an di hejmarên 8 heta 48ên kovara Nûbihar de û di bin navê Nuqurç de weşiyabûn. Navê nivîskarê wan, wê demê wek Mela Qasim di kovarê de cih girtibû; ku Mela Qasim, navê mustear ê Sabah Kara bû. Bi navê xwe yê wê demê Nuqurç, gellek bala xwendevanan kişandin û zehf hatin ecibandin. Em bawer in ku berhevkirina van çarînan di kitêbeke weha de, wê hê zêdetir bala xwendevanan bikşînê.