Çirokbej - Çiroken Kurdmanci
Çirokbej - Çiroken Kurdmanci
Hemû çîrokên gelêrî ên ku Celadet Alî Bedirxan berhev kiribûn û di Hawar û Ronahî de bi navê "Çîrokbêj" û "Çîrokên Kurdmancî" çap kiribûn bi eynî navî bûn kitêb û di nav weşanên Avesta de derketin.

Em li vir "Çira Zanînê" ku di kitêbê de wekî destpêk cih girtiye çap dikin û hemû kedkar û xemxwirên zimanê kurdî bi bîr tînin. Li wextê berê miletek hebû miletekî mêr û ciwanmêr lê nezan. Ew milet keti bû bin destên miletine din. Miletên serdest zilm û sitemkarî lê dikirin. Miletê bindest ji heyîna xwe bêxeber di bin nîrê miletên serdest de hero belengaztir dibû. Lê miletê ji her tiştî bê hay bi belengaziya xwe jî ne dihesiya.

Rojekê pîrek ji nav wî miletê bidest rabû. Pir li halê miletê xwe temaşe kir; li ser nexweşiya wî vebû. Kal rabû elfabeyek çêkir û milet da xwendin. Wî pîrî li xelkê xwe pend û şîret dikirin û digot: -Zarono li zimanê xwe miqate bin pihêl pê bigirin hînî xwendin û nivîsandinê bibin; qedrê zimanê xwe bizanin. Miletekî dîl yê ko zimanê xwe winda ne kiriye dimîne wî hepsiyê ko mifta zindana wî di destê wî de ye. zimanê we heyîna we ye. Hon bi tenê bi ziwanê xwe ji miletine din têne ferq kirin. Û rojekê honê xêra wî ji hêsîriyê xelas bibin.

Milet ji ya pîr kir hînî xwendi û nivîsandinê bû. Xêra zanînê li her tiştên dinyayê hişyar bû; bi heyîna xwe hesiya. Belê milet zanî ko heta hingê di zindana nezaniyê a tarî de pûyan dibû. Çira zanînê dora milet bi ronî kir. Milet her tişt dîtin. Zorkeran di tariyê de li wî dixistin Milet ço ne didît. Lê gava zanînê hawir bi ronî kir milet çoyê zilmê di ser xwe re dît ew girt û ew şkênand; berê xwe da deriyê zindanê û jê derket. Ji ber ko herwekî pîr goti bû mifte pê re bû. Weyl ji wî miletê re ko zimanê xwe winda kiriye.
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:80
  • Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
  • Ebat:13 x 19
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN-13:9786055279936
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
SATIŞ FİYATI : 72,00 TL
ÜRÜN SATIŞ DIŞI
"CELADET ALİ BEDİRXAN" - DİĞER ÜRÜNLER
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır