Eşira Reşkotan
Xwendevanên hêja! Di cîhanê de bi hezaran netew hene û her netew li gorî xwe xwedî taybetmendiyên serbixwe ne. Hinek li ser ziman hinek li ser jiyana rojane hinek li ser kevneşopiyên xwe ji hevûdu cuda ne. Gelê Kurd jî di nava xwe de gelek cudahî û taybetmendiyan nîşan dide. Yek ji wan hebûna eşîran e. Herçiqas peyva "eşîr" ji Erebî jî were lêbelê bi girseyî di nava zimanê Kurdî de cih girtiye ewqas ku di nava Kurdan de bûye peyveke sereke û rojane.
Di roja îro de herçiqas gelek Kurd bi eşîrên xwe têne naskirin jî lêbelê di tevgerên eşîran de gelek guhertin çêbûne. Di dema borî de her eşîrek serokekî wê hebû. Ew serok bi serê xwe her tişt bû lê îro rewş cuda ye; gelek eşîr hene bi tenê navê wan maye. Hinek eşîrên hêla Colemergê Şernexê belkî hîna jî wek berê ev kevneşopiya wan didome bi taybet yên ku bi eşîrên ser xeta navbera Îraq Îran û Sûrî ve cînar in. Herçiqas di eslê xwe de ev eşîr yek in lêbelê dagirkeran ew ji hev qetandine.
Eşîra Reşkotan jî di roja îro de guherînên zahf mezin tê de çêbûne. Eşîra Reşkotan eşîreke ji heft bavikan pêktê her bavik çend heb gundên wan hene. Herçiqas di roja îro de her bavikek serokekî wan jî hebe lêbelê ev serok di eşîrê de ne her tişt e. Mînakeka ber bi çav di roja îro de ev eşîrên ku em behsa wan dikin di hilbijartinan de serok bigota çi ya rast ew bû. Lê eşîra Reşkotan ne wisa ye; herkes dikare di her partiyê de cih bigire û ev jî ne sedemê nakokiyê ye. Ez bi xwe ji eşîra Reşkotan zahf ne dûr im. Yek dayika min ji bavikê Reşkotanan Balîcankî ye. Duyem gundê ku ez lê mezin bûme cînarê Reşkotan e. Bavê dayika min di salên piştî heştêyan de mir. Dayika wê jî di salên piştî nodan de mir. Min ew zahf dîtine. Di nava pirtûkê de tiştê ku ji min re gotine ezê binivîsim. Ez karim bibêjim bi saya ev bapîr û dapîra xwe ez ji Reşkotiyekî zahftir bi halê Reşkotan dizanim. Belê ji boyê ku ez eşîra Reşkotan û heft bavikên Reşkotan
baş nas bikim li tevekê Reşkotan li bal van bavikan geriyam. Min bi rûspiyên van bavikan re yek bi yek hevdîtin pêk anîn; tiştê ku wan gotin min jî nivîsand û carna jî min gotinên wan datanî ber yên ku min ji bapîr û dapîra xwe bihîstibûn. Li Reşkotan mala ku ez çûmê min vexwandin goştê berxan û elokan. Ez ji malekê bi tenê jî bêyî xwarina goşt ranebûme; lêbelê ji vanan yek nayê jibîrkirin: Dema ku ez çûme gundê Balika cem bavikê Şêxikan ew roj daweta kurê malê bû. Beroşa goştê berxan li ser agir bû ji min re gotin "Ma tu ne birçi yî?" Min got "Na ez ne birçî me." Li dîsa gotin "hema hinek dohnê berxê goştê berxê em ji te re bînin." Min bêyî dilê xwe got "neynin" lê anîn. Ma ez çi bibêjim; min gotibû ez ne birçî me lê ew dohn û goştê berxê dilê meriv dikêşa min nanekî tenûrê bi wê firaqa dohn û goşt re xelas kir...
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:208
  • Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
  • Ebat:13,5 x 21
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN-13:9786055053857
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
SATIŞ FİYATI : 16,08 TL
ÜRÜN SATIŞ DIŞI
"MİHEMED SEİD TEMEL" - DİĞER ÜRÜNLER
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır