Stranvan
Di vê berhevoka di destê we de me kilam û stranên ku di kovara Hawar û Ronahî de çap bûne anîn ba hev.
Kilam û stranên di kitêbê de bi giştî ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve hatine berhevkirin/amadekirin. Ji bilî kilamên ku bi navên Djeladet Aalî Bedîr-Khan Herekol Azîzan Stranvan Stranvanê Hawarê Dîlokvan ku em difikirin Celadet Alî Bedirxan bi xwe ye me cî da stranên Ehmedê Fermanê Kîkî R. Lescot Tawusparêz ku mahlasa Roger Lescot ye û ewên din ku bi navê "Stranvanê Jêliyan" "Kaniya Ereban" "Esîrî" "Dilistan" "Bijîşkê Mîran" û "Diya Ferzo" çap bûne û helbet ê bênav jî.
Me bi awayekî kronolojik pêşî cî da stranên Hawarê dû re jî yên Ronahiyê du stranên bi navê Heyran ku pir dişibiyan hevdû digel ku bi navên cuda û di demên cuda de di Hawarê de hatine weşandin jî me ew li dû hev danîn. Wek her carê li dawiya nivîsan çavkanî hatiye nivîsandin.
Berhemên din ên folklorîk jî di Şîretbêj de kom dibin.
Sînemxan Bedirxan di pêşgotina kitêbê de wiha dibêje:"Hebû nebû belê ji Xwedê mezintir nebû Ehmed Axa Ferman bo me (ez û birayê min Cemşîd) dîrok bû. 
Em şagirdên wî bûn. Heftiyê sê car dihat mala me stran û çîrokên kurdî yên folklorî ji me re digot û me hîn dikir. Em dibirin gerane û di rê de behsa Kurdistan û xelkê me dikir. Bi saya wî em dîroka xwe ya folklorî hîn bûn. Ji me re pir stran digot û behsa welatê xwe yê şîrîn dikir. Eve ji bilî dersên ko Bavo ji me re dida.
Wextê ez piçûk bûm Bavo ez digehandim dibistanê bi rê de behsa Cizîra Botan dikir. Bavo ji me re digot wextê tu mezin bûyî emê bi hev re herin Cizîra rengîn. Lê mixabin ez bi tenê çûme Cizîrê.
Lewre gelek girîng e em zaroyên xwe ser dîrok û çand û jiyana me ya kurdî mezin bikin tiştên em li piçûkahiyê hîn dibin nayên jibîrkirin."
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:128
  • Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
  • Ebat:13 x 10,5
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN-13:9786059082594
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
SATIŞ FİYATI : 64,80 TL
ÜRÜN SATIŞ DIŞI
"CELADET ALİ BEDİRXAN" - DİĞER ÜRÜNLER
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır