Agıri - Erdnigariya Kurdistane 1

Di kitêbê de navên mezre gund û navçeyên Agirî yên Tirkî û Kurdî; çem gol çîya deşt zozan û hwd. yên Agirîyê nexşeyên fîzîkî yên erdnîgarîya Agirîyê; hejmara nifûsa navend navçe gund û mezreyên Agirîyê; wêneyên erdnîgarî û gelek cihên Agirîyê hene.

Emrekî li dû xeyalekê

Rêzdar Abdurrahman Önen digel xebatên xwe yên teorîk bi salan e gund bi gund bajar bi bajar li Kurdistanê digere û der barê erdnîgarîya wê de agahîyan berhev dike. Ev pirtûka li ber destê we pirtûka yekem a wan rêzepirtûkan e ku di encama vê xebatê de hatîye amadekirin. Ked û hewldana bêhempa ya li dû vê berhemê ji naveroka pirtûkê û pêşgotina nivîskar dîyar e lewma teqdîr ya xwendevanan e.

Xebata mamoste Önen bi qasî naveroka xwe bi çîroka li dû xwe jî gelek muhîm e. Birêz Önen bi xeyala ku zarokên Kurdan bi zimanê xwe dersa erdnîgarîyê bixwînin dest bi vî karî kirîye. Pirtûk bi qasî ku pirtûkek erdnîgerîyê ye ew qas jî çîroka berxwedana mirovên erdnîgarîyekê ye ku tê xwestin bêmejû û bêrabirdû were hiştin.

Kolonyalîst ji bo erdnîgarîyekê heta hetayê bikin a xwe ji çeman bigire ta çîyayan ji dar û beran bigire heta gîyanewerên li ser dijîn her tiştî ji nû ve bi nav dikin. Bi vî awayî dixwazin gel ji erdnîgarîya wî û ji çîya çem û xwezaya wî ya ku ji evîn bawerî û têkoşînên wî re bûne wargeh bi dûr bixin.

Li hemberî vê yekê bi sedan nivîskarên Kurd jîyana xwe di ber lêkolîn û nivîsandina dîroka Kurdistanê erdnîgarî û çanda wê re derbas kirîye û li dijî vê sîyaseta bêmejûkirin û bêkokkirinê têkoşîyane. Lê mixabin digel vê keda mezin a ku wan daye ji ber ku li xebatên wan nehatîye xwedî derketin gelek ji wan kesan tevî xebatên xwe di rûpelên bi hizn yên dîroka me de bi wendabûnê re rû bi rû mane. Hin ji wan bi zor û zehmetîyên mezin xebatên xwe gihandibin astekê jî di weşandin û gihandina wan a gel de bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû mane. Îro hê jî gelek lêkolînerên jin û mêr yên bi van zehmetîyan re rû bi rû ne hene. Gelek kesan bi derfetên xwe lêkolînên xwe kiribin û dabin weşandin jî mixabin xebatên wan têra xwe nehatine teqdîrkirin.

Bi wesîleya vê pirtûkê em di şexsê mamoste de ji van mirovan çi yên em navên wan dizanin çi yên nizanin tevan re spasîyên xwe pêşkêş dikin.

Em wekî Weqfa Îsmaîl Beşîkcî spasîya wan kesan dikin ku tevî ku eleqeya heq dikin nedîtine bêsekn û westan li dû xeyalên xwe meşîyane. Em dixwazin xwendevanên me bizanin ku dema em polîtîkaya xwe ya weşanê pêk tînin em vê mijarê tim li ber çavan digirin û em ê hewl bidin ku keda wan kesan bidin xuyakirin.

Rêveberîya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî

ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:182
  • Kağıt Türü:2. Hm. Kağıt
  • Ebat:19,5 x 24,5
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN-13:9786059073441
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
SATIŞ FİYATI : 70,40 TL
ÜRÜN SATIŞ DIŞI
"ABDURRAHMAN ÖNEN" - DİĞER ÜRÜNLER
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır