Erdnigariya Kurdistane - 2: Wan

"Erdnîgarîya Kurdistanê II: Wan"

Piştî pirtûka yekem a bi navê Erdnîgarîya Kurdistanê I: Agirî niha pirtûka duyem a heman rêzê pirtûka Wanê li ber destê we ye. Di pêşgotina pirtûka yekem de armanca vê xebatê wiha hatibû destnîşankirin: "...di dibistanên Kurdan de ji bo erdîngarîyê bingeh bê amadekirin mamoste û xwendekar di dersa erdnîgarîyê de ne destvala bin." Di gel kurteçîroka vê xebatê sedemên formata xebatê jî hatibû îzahkirin. Ji bo armanc rêbaz û hin tercîhên ku hatine kirin baştir bên fêmkirin mirov dikare çend tiştên din jî li wê pêşgotinê zêde bike.

Erdnîgarîya Wanê

Nifûsa Wanê li derdora 1.200.000î ye rûbera wê 20.921 km2 ye û ji ya gelek dewletan firehtir e wek mînak: Îsraîl 20.770 km2 Lubnan 10.452 km2 ye. 13 navçe û 1129 mezre û gundên Wanê hene. Wek ku di îndeksê de hatine nivîsîn ji hezarî zêdetir dirûvên erdê hene; çem çîya gelî newal deşt û hwd. Piraya wan jî çem çîya gelî zozan û war in.
Ez bi qasî 40 rojan hema hema li hemû deverên Wanê gerîyam. Lê piştî ku di dawîya Tebaxa 2015an şer dest pê kir ger dijwar bû. Ez li Ebexê heta ber Çîyayê Tendûrekê jî çûm lê ji ber şer min derfet nedît ku biçim ser Tendûrekê; her wiha li Westanê jî çûna Karkarê pêk nehat.
Di vê xebata erdnîgarîya Wanê de ev hene: 1- Navê mezre gund û navçeyên Wanê yê Kurdî û Tirkî. 2- Çem gol çîya deşt zozan û hwd. yên Wanê. 3- 49 Nexşeyên fîzîkî yên erdnîgarîya Wanê.

Nivîsa Berga Dawiyê

Erdnîgarî mijar û dîsîplîneke zanistî ya gelek berfireh û xwedî gelek şaxên cur bi cur e: Şiklên erdê (çem çiya deşt û hwd) av û hewa (îklîm) tevgerên volkanî erdhej aborî (çandinî bazirganî endustrî û hwd) dewlemendiyên sererd û binerd ji hin beşên wê ne. Lê di vê xebatê de mijarên sereke nav û belavbûna şiklên erdê û navê mezre gund navçe û wilayetan e. Ev nayê wê wateyê ku mijarên din qet nehatine lêkolîn û nivîsîn bi qasî îmkan û derfetan gelek mijarên din jî di nav vê xebatê de hene.
Nifûsa Wanê li derdora 1.200.000î ye rûbera wê 20.921 km2 ye û ji ya gelek dewletan firehtir e 13 navçe û 1129 mezre û gundên Wanê hene.
Mamoste Abdurrahman Önen li dor 40 rojan hema hema li hemû deverên Wanê gerîyaye. Digel lêkolînên xwe yên teorîk wî rasterast bi xelkê mezre gund û navçeyan re hevdîtin pêk anîne û li gor wê navên mezre gund û navçeyên Wanê yên Kurdî û Tirkî; Çem gol çîya deşt zozan û hwd. ên Wanê di vê xebatê de qeyd kirine û digel gelek wêneyên rengîn navçe bi navçe herêm bi herêm bi nexşeyên fîzîkî yên erdnîgarîya Wanê re pêşkêşî xwendevanan dike.

ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:232
  • Kağıt Türü:2. Hm. Kağıt
  • Ebat:19,5 x 24,5
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN-13:9786059073479
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
SATIŞ FİYATI : 74,80 TL
ÜRÜN SATIŞ DIŞI
"ABDURRAHMAN ÖNEN" - DİĞER ÜRÜNLER
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır