Telebe
4 İŞ GÜNÜ
İÇİNDE KARGOYA TESLİM
Li kêleka peyarê kevirekî reş î xweşik bala min dikişîne. Xuya ye ji asfaltê rabûye. Çendekî wisa li kevir dinêrim. Gelo kîjan çalakvan dê vî kevirî biavêje. Lê tu kes nayê wî kevirî ranake. Çavên min di kevir de asê mane. Edî ez nema li tiştekî din dimeyzênim. Kevir ji min re bûye derd. Ez di dilê xwe de dibêjim divê yek vî kevirê xweşik biavêje. Lê tu kes wî kevirê rindik nabîne. Ji vir de ji wir de keviran tînin û diavêjin lê wekî ku ew kevir nayê dîtin kes dest nadiyê. Belkî jî her kes wî kevirî ji min re dihêle. Erê eynî wisa ye. Piştî ku ez vê rastiyê dibînim kevir hê zêdetir bala min dikişîne.
Wekî ku kevir jî li benda min e. Ew jî bi melûlî li min dinêre. Ji kêleka peyarê gazî min dikir. Çav li min dişikand. Bi min re dikeniya. Digot "Were were min hilde û biavêje wî serê mezin. Ez kevirên te me." Heke ez wî kevirî hilnedim dê wisa ji cengê dûr bimîne. Ma çi heqê min heye ku ez vî kevirê xweşik ji cengê dûr bihêlim.
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:112
  • Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
  • Ebat:13 x 19,5
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN-13:9786057478283
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır