Semaya Dînî Di Êzdiyatîyê Da
Semaya Dînî Di Êzdiyatîyê Da
Kêşana semayê govenda ayînî û secûdeye bo nûra(dîndara) Xwedê. 
Êzdiyatî yeke ji bawer û diyanetên li ser rûyê erdê yê mîna (Someriyan babilyan û Mîtrayan) kevnar û kûr e. Ew bi sirûştê dinyayê ve girêda ye; weke pîroziya (rojê heyvê sitêrrê û ...hwd.). Êzdiyatîyê Xwedê bi van tiştên sirûştî naskiriye hizir û şaristanîya kevin û nû ya mirovatîyê di nav xwe de hembêz kiriye bi taybetî şaristanîya rojhilatê ji wan jî Mîtrayî (Mîtra perestî). Berdewama zanîn rê risim û adetên Êzdîtîya bavkalan li parizgeha Lalişa pîroz têhne geran. 
 Di Êzdiyatîyê de sema yek ji nîşanên Xwedênasiya dêrînî û resenîyê ye. Li gorî mîtolojiya Êzdiyan rê û rismên semayê vedigerine berî destpêka jiyanê li ser rûyê erdê. Semaya dînî di Êzdiyatiyê da yek ji nîşanên Xwedê nasiyê ye anku sicudete bo hebûn û hêz û kerameta Xwedê ye. Êzdiyan li ser demê mêjûya xwe bawerî bi yekîniya Xwedê û her heft milyaketan hebûye. Her wesa bawerî bi tiştên siruştî yên mîna: ax av bayî agir ku ji durê peydabûne hebûye. Lewma heta niha jî li demê kêşana semayê agir tête vêxistin û sê cara semakêş li dor dizivirrin. Êzdiyan her ji kevin da agir kiriye nîşan bo berdewamiya ronahîya rojê bi şevê.
Sema gelek sembolên jiyanê bi xwe ve girêdide. Ew ji kevn de û heta îro roj di Êzdiyatîyê de heye. Kevnarîya wê di rêya gelek bizavên sirûştîyê rewşenbîrî û mêjuwa gelan de jî diyar dibe. Ew gelê ku ev cûre govenda wî ya ayînî hebe ewî pêşkeftî ye. 
 Ji edebên dînê Êzdîyan : 
„Ya herame selef dîzî û dereo 
Kuştin zina û xeberdan ji ne bo 
Û yê ji xêrî Xwedê ra secûde bo „ Pîr Xelat Elîyas
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:64
  • Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
  • Ebat:13,5 x 19,5
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN-13:9786257085427
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
SATIŞ FİYATI : 49,28 TL
ÜRÜN SATIŞ DIŞI
"NA YAYINLARI" - DİĞER ÜRÜNLER
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır