4 İŞ GÜNÜ
İÇİNDE KARGOYA TESLİM
Hîna ji mêj ve piraniya jinên kurd û bi awayekî hunerî ciwan tayişik û kulav çêdkirin. Hirî bi teşiyê ve dikirin û rîs dirêsandin ji wî rîsî gore kenze û kumên zarokan saz dikirin. Tentene rûyên livînan û neqşên ciwan li ser dineqişandin mîna kulîlkan belgên daran û her wiha jî hin motîvên xuro kurdî mîna Şahmaran û Gulfiroş.
Ji tevnê cilkên nimêjê û merşik çêdikirin. Ewan xaniman morîkên rengorengo bi çarikan ve dikirin cil û bergên bûkan ku piraniya wan ji karê destî bû amade dikirin. Berîk saz dikirin û ew bi dîwaran ve dikirin û di wan berîkan de derman da û derzî û hûremûrên malê diparastin.
Hin jin jî hebûn ku bi hunermendiyeke pir bilind ji çuqlî û şaxên daran hêlanên bedew û dergûş û landikên zarokan di'afirandin herweha wan jinên şox û şeng zembîl û selik dixemilandin.
Hêjayî gotinê ye ku heman jinên kurd di dema mijûlbûna xwe bi hunerê ve bi karên destan ve helbest dîlok heyranok û lawik diristin.
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
- Basım Yılı:2024
- Sayfa Sayısı:194
- Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
- Ebat:13,5 x 19,5
- Dil:Kürtçe
- Cilt Durumu:Karton Kapak
- ISBN-13:9786257085779