Nexşeya Rewane Bedengiye
Nexşeya Rewane Bedengiye
4 İŞ GÜNÜ
İÇİNDE KARGOYA TESLİM
Nexşeya Rewanê Bêdengiyê çapa duyem derket
Pirtûka ku çapa ewil di 2021an de li Ewropa derketibû careke din ji aliyê weşanxaneya me ve çap bû. Helbêsta Mizgîn Hesko dengê balindeyê foneks û Sîmirê sih reng e ji Zagrosan ber bi esmanê xwedavendan ve fîxara kurdî bilind dike. Xwe jinûve Ji xweliya welatê xwe diafirîne û ji xerîbiyê gazî dike divêje;

Hîn li wir im
Balendeyê Fonîks im
Ji nav xweliya xwe radibim
Û ber bi jor ve
Ber bi asoyê ve
Baskên
Ji nuh diferidînim.

Helbesteka kibar e; naxwaze biazirîne giyanê bêdengiyê;

Hêdî hêdî
Find û şemalokan
Vêxînin

Dibe...
Ku xirecir
Giyanê wê bêdengiya bê hempa
Bi'azirîne

Di himêza axê de
Dilên...
Hîn sincirî hene.

Her rê û rêwîti helbestvanê ber welat ve dibe loma;

Hîn...
Ji heman rêyan
Pir hez dikim
Her ku
Rê bi dawî dibin
Şopikên...
Ber bi lalezarên
Ku li ser sînga te heşîn bûyî
Destpê dikin.

Gotiye! Ristên wê weka keriyên xezalên nû çav li jiyanê vekirine.

Têm...
Û li rasta
Keriyê xezalên
Nûzayî têm
Ask û xifşikên
Xweşkok û bêgneh
Bi çavên matmayî
Û dagirtî pirs
Li min
Dinehêrin?!

Em wek weşanxane kêfxweşin ku ev helbestên pişta xwe dane xwezaevîn tekoşînê digihînin xwendevanên kurdî.

Mizgîn Hesko

Helbestvan û nivîskar. Li gunê Şelhûmiyê di 20.11.-1973'an de jidayik bûye. Xwendina xwe heya amadeyî (lîse) li Tirbespiyê qedandiye. Di destpêkê de bi Erebî helbest nivîsandin û paşê bi Kurdî û wiha ta îro berdewam e. Yekemîn helbesta wê di Gelawêjê de di sala 1988'an de hatiye belavkirin. Ji sala 1996'an ve li Almanya dimîne. Li Almanya Floristîk xwendiye û di 2004'an de dîploma wergirtiye. Ji sala 2015'an ji desteya birêvebir a Pênûsa nû ye. Ji mêj ve ew Endama Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamavanên Kurd li Sûryê ye.

 Berhemên Wê
1.      Tîpên Evînê (helbest) Avdar 2007 Çapxana Bafet
2.      Asoyekî Tijî Endeko (helbest) Tîrmeh 2008 Weşanên Han
3.      Di Nav Henasên Kovanan de (helbest) Avdar 2010 Weşanên Han
4.      Li Ber Pala Welatekî Birîndar Diherikîm (helbest) Avdar 2012 Weşanên Han. Çapa duyem 2020 Weşanên Sersera
5.    Ristek Lal e (helbest) Êlûn 2013 Weşanên Han
6.     Ber Bi werzê Hezkirinê ve (helbest) Mijdar 2015 Weşanên Han. Çapa duyem 2020 Weşanên Sersera
7.    Rêgehên Keskîn (helbest) Gulan 2019 Weşanên Sersera
8.    Ji Bexçika Jiyanê (Hin nerîn û dîtin û hin ji çîrokên rasteqîn   ên jiyanê) Mijdar 2020 Weşanên Sersera
9.    Nexşeya Rewanê Bêdengiyê (helbest) Çapa  Ewil Avdar   2021 Weşanên Sersera
10. Nexşeya Rewanê Bêdengiyê (helbest) Çapa  Duyem   2022 Weşanên Na
ÜRÜN ÖZELLİKLERİ
  • Basım Yılı:
  • Sayfa Sayısı:64
  • Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
  • Ebat:13,5 x 19,5
  • Dil:Kürtçe
  • Cilt Durumu:Karton Kapak
  • ISBN-13:9786257085656
ÜRÜN KATEGORİLERİ
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
"MİZGİN HESKO" - DİĞER ÜRÜNLER
"NA YAYINLARI" - DİĞER ÜRÜNLER
Alış-verişlerinizde kredi kartı haricinde banka havalesi, posta çeki havalesi ya da kapıda ödeme seçenekleriyle ödeme yapabilirsiniz.
Ayrıntılı bilgi için Yardım sayfasına bakabilirsiniz.
Taksit anlaşmamız bulunan kredi kartları
Hesabım  |   Favori Listem  |   Sipariş Takibi  |   Yardım  |   Bize Ulaşın  |        
Alemdar Mahallesi, Biçkiyurdu Sokak, No: 1/2 / Fatih / İstanbul / Türkiye   Telefon : 0 (212) 522 31 52   Faks : 0 (212) 522 31 54  
E-Posta : destek@kitapstore.com
© 2024 KitapStore.com Tüm Hakları Saklıdır