Mirze Mihemed
Mirze Mihemed
  • 4 İŞ GÜNÜ
    İÇİNDE KARGODA
  • Basım Yılı
  • Sayfa Sayısı
    108
  • Kağıt Türü
    2. Hm. Kağıt
  • Ebat
    16,5 x 24
  • Dil
    Kürtçe
  • Cilt Durumu
    Karton Kapak
  • ISBN-13
    9786257085830

Mîrza Mihemed lehengekî ji çîrokên kurdan e. Her çiqas wek çîrok bên vegotin jî her çîrokek wî wek efsaneyekê ye. Pêwendîya wî ya bi Teyrê Sîmir û ajelên din ra jî taybetmendîyeke cuda ye. Mîrza Mehemed ne wek lehengekî ji rêzê ye lewra ew naçe bi kes û şexsan ra nakeve şer û cengan ew bes bi dêw û ejdarheyan ra dikeve şer. Bi piranî di hemû versîyonên çîrokên wî da şah­banûyek dîl dikeve destê dêw an jî ejderhayekî. Mîrza Mihemed jî şûr mertal tîr û kevanê xwe hildide û li pey xelaskirina wê şah­banûyê dikeve. Gava li pey şahbanûyê diçe li ser rêya xwe rastî gelek ajelan tê  alîkarîya wan dike û wan ji tengasiyan xelas dike. Carina çûçikên Teyrê Sîmir ji ejderha xelas dike carina jî birînên şêrekî derman dike carinan şûrê xwe li ser coyekê ra dike pire û morîyan di ser ra derbasî alîyê din dike. Carinan xwedîtîyê li beqekê dike û carinan jî xwedîtîyê li kerekî dike  an jî têjikên mar kûçik pisîk û mişkê ji destê zarokan xelas dike. 

 Mîrza Mihemed karakterekî xêrxwaz û qencîxwaz e. Her tim  alîkarîya mirovên ketî û ajalan dike. Ji ber vê yekê ew ajal jî tim jê ra dibin pal û pişt û alîkarên wî ew jî bi alîkarîya wan bi hêsanî digihêje armanca xwe û şahbanûyê ji dastê dêw û ejderheyan rizgar dike ji bilî van hemû taybetmendîyan ew xwedî soz û qirarê xwe ye û di heman demê da ew yekî efûker e. Her çend xerabîyên giran jî lê tên kirin jî ew dîsa dijminê xwe dibexşîne.

Ürün Kategorileri
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
 
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
FIRSATLAR
© 2025 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır