Sedsalek Xebat Di Rêya Zimanê Kurdî De Teorî-Sîyaset-Îdelojî
Sedsalek Xebat Di Rêya Zimanê Kurdî De Teorî-Sîyaset-Îdelojî
    • Basım Yılı
    • Sayfa Sayısı
      180
    • Kağıt Türü
      Kitap Kağıdı
    • Ebat
      13,5 x 21
    • Dil
      Kürtçe
    • Cilt Durumu
      Karton Kapak
    • ISBN-13
      9786256963924
    238,00 TL
    ÜRÜN SATIŞ DIŞI
    Bûyerên sala 1918 û 1991an bê payîn dêmenê zimanê kurdî guherîn, parvekirin û ji hev qutkirina di navbera desthilata siyasî û ziman de pêk anî, û hem zelalî ji bo zimanê me pêk anî û hem firsetên jê birî, û rewşenbîr û têkoşerên siyasî yên kurd kir saheya xebateke aloz û giran ya di warê ziman de.
    Piştî 1918an, zimanê kurdî tûşî siyaseta zimanê cûr bi cûr bû, ji
    zimankujjya (linguicide) Tirkîyê û Îranê bigre heta geşepêdana bi
    Yekîtîya Sovyetê re ji salên 20an heta 1937an, di navbera wan
    herdu siyasetan de, li Iraqê dewleta întîdabê û piştî întîdabê
    zimanê kurdî dihelandin, rê nedidan geş bike û fireh bibe. Farisî,
    tirkî û erebî bûn zimanê resmî û dewletê kirin wasiteya dariştina
    netewe-dewleta Tirk, Îran, Iraq û Sûrîyê û helandina gelê kurd. Li
    milê din Sovyetê, dewleta îdeolojîk, siyaset û bernameya xwe ji
    bo zimanan hebû, û ji ber wê tebeqeke rewşenbîrî ya kurd pêk
    nehatibû, firehbûn bi zimanê kurdî dibû rê veke ji bo perwerdeki-
    rina zimannasîyê, mamoste, nivîskar, rojnamenivîsî û rewşenbîrên
    din, li Iraqê, ku tebeqeya rewşenbîrî awayê nû belavbûyî yê kurd
    pê hilgirtibû, bernameya dewletê ew bû kurdî di perawêzê de bimîne, û qîmeta kulturî, aborî, siyasî û zanistî peyda neke ji bo
    wê wekî paşmaleya zimanê erebî bimîne.
    Ürün Kategorileri
    YORUM YAPIN
    Yorum Başlığı:
    Yorumunuz*:
     
    Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
    Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
    Hata Detayı
    FIRSATLAR
    © 2026 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır