Antolojiya Dengbejan - Dengbej Antolojisi - The Antologie Of The Dengbej  III
Antolojiya Dengbejan - Dengbej Antolojisi - The Antologie Of The Dengbej III
    • Basım Yılı
    • Sayfa Sayısı
      238
    • Kağıt Türü
      2. Hm. Kağıt
    • Ebat
      16 x 24
    • Dil
      Kürtçe
    • Cilt Durumu
      Ciltli
    • ISBN-13
      9786256697140

    Ger ku mirov vegere ser dengbêjiyê û bi nêrîneke berfireh li ser dîroka dengbêjiyê hûr bibe, diyar dibe ku di dîrokê de forma dengbêjiya kevn li ser bûyer û mijarên olî bû, lê di nav demê de çend beş ne tê de, berhemên ku dengbêjan afirandî bi gelemperî li ser kar û bûyerên dinyayê ne. bi piranî mijara berhemên ku dengbêj diafirînin evîn û evîndarî, xweza, qencî û neqencî, şer û pêvçûn û hê di gelek mijarên weke van de, gotin li ser gotinê, bi kurdiyeke herikbar û bi şêwazeke wêjeyî dirêj dibe û diçe. bûyer carinan doza di nav mîran de ye, carinan di nav du hezjêkiriyên belengaz de ye, carinan jî doza di nav du gel an eşîran de ye.
    Rabirdûya dengbêjiyê di sumeriyan de dest pê dike, bi gûtî, qasît, Mîtanî û Medan didome, heta ku tê roja me di nav kurdan de dibe saziyeke bi hîm û qedîm. her wiha bi navê Komagene şaristaniyeke girîng ji aliyê kurdên zîlanî ve hatiye avakirin. Îro domdarê Komageniyan eşîra bi navê Kawa/Kowa ye. ev eşîr bi mezinahî û qedîmtiya xwe îro jî li heman heremê ye. hê jî bi kurdiyeke zelal û herikbar diaxive. Mîrên Komegeniyan ew qas rûmeteke mezin dane dengbêj û sazbendên xwe ku cara yekem, di dîrokê de di der barê dengbêjan de zagonên parastinê derxistine û ew zagon jî li ser kîtabeyên xwe yên berinî dane nexşandin.

    Ürün Kategorileri
    YORUM YAPIN
    Yorum Başlığı:
    Yorumunuz*:
     
    Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
    Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
    Hata Detayı:
    FIRSATLAR
    © 2025 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır