Kultur û Neteweperwerî
Kultur û Neteweperwerî
  • 3 İŞ GÜNÜ
    İÇİNDE KARGODA
  • Basım Yılı
  • Sayfa Sayısı
    160
  • Kağıt Türü
    Kitap Kağıdı
  • Ebat
    13,5 x 21
  • Dil
    Kürtçe
  • Cilt Durumu
    Karton Kapak
  • ISBN-13
    9786259628073
Neteweperweriya kurdî aniha xwedî projeyekî ji hev cuda, beş bi beş, jêkdabirî û xwedî taybetiyeka herêmgerî ye. Her ji destpêkê ve, her perçeyên xwe di nav cografyayeka civakî û siyasî ya jêkdabirî, lawaz û wêraniyeka kulturî de dîtiye. Ew, bereksê neteweperwerên ereb, fars û tirk, samaneka mezin a fikrî, siyasî nebûye da ku binemayeka epîstemolojîk û îdeolojîk ji bo xwe durist bike û alîkarî hindê di pêwenda "xwe'' û "wî'' de, diyardeyên dewrûberan têbigihe, yan cure keleheka fikrî û kulturî li hember êrîşên kulturî û siyasî yên neteweyên serdest ji bo xwe dabîn bike. Yanî neteweperweriya kurdî, ji ber van şert û mercên dîrokî, bi bêhêzî û tênegehiştina xwe ve nekariye sîstemeka fikrî-îdeolojîkî û epîstemolojiyeka taybet ji bo xwe hilberîne, ku ji xwe û pêwendiyên di gel "ên dîtir" û "wî'' de, bi diyardeyên siyasî, îdeolojîk û kulturî ve saz bike, lê her hewl daye xwe li gel wan biguncîne. Bereksê wê, di hemî qadên xwe ve çavlidestî neteweperweriya neteweya serdest û ronakbîrên wan bûye. Ji sîstema fikrî-îdeolojîk ya wan ku berhema ezmûna civakên wan bûn, hinek çemk û tovên (toxim) epîstemîk û îdeolojîk wergirtine da ku rastiya civaka xwe pê ve biguncîne.

Min berê di çend kitêb û nivîsarên din de îşaret bi neteweperweriya kurdî kiribû. Ev kitêba berdest birrek behs li xwe digire, di vî warî de hewldanek din pêk tîne. Dixwazim ronahî bixe ser hinek hêl û aliyên din yên neteweperweriya kurd, taybetî jî bi pêwendiyên digel kultura kurdî ve.
Ürün Kategorileri
"REFİQ SABIR" - DİĞER ÜRÜNLER
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
 
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
FIRSATLAR
© 2026 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır